Viladîmîr Putin ji bo jina xwe li mêran digere
![Viladîmîr Putin ji bo jina xwe li mêran digere](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/potinujinaxwe-352.jpg )
Serokê Rûsiyê di bersiva pirsekê de ku, gelo dê xanima yekem a Rûsiya piştî cuda bûna Putîn û hevjîna wî ya berê dê kî be, Putîn got: ‘‘Berê lazim e hevjîna xwe ya berê bidim mêr, piştre hizra xwe dikim.’’
Hêjayî gotinê ye piştî 30 salên jiyana hevbeş, Serokkomarê Rûsya Viladîmîr Putîn û hevjîna xwe Lyudmila Putin bi awayekî fermî ji hev cuda bûne. Herduyan berê ragehandibûn ku êdî bi hev re najîn. Medya Rûsî ji hev cudabûna wan a fermî ragehand.
Kremlînê di roja 02.04.2014’ê ji hev cudabûna Wiladîmîr Putîn û hevjîna wî piştî 30 salan bi awayekî fermî ragehandibûn. Du keçikên wan hene.
Rojnameyên Rûsî beriya cudabûna Putîn ji hevjîna xwe îdîaya peywendiya nihênî ya wî û qehremana jîmnastîka Rûsyayê Elina Kabaeva yê kiribûn. Lê Kremlîn û Kabaeva yê peywendiyeke wiha red kiribûn.
Ji hev cudabûna Putîn û hevjîna wî, nûçeyeke sosret derbarê jiyana wî ya şexsî ye ku hertim ji bo xelkê cîhan û Rûsyayê cîhê pirsê bûye. Sala borî Putîn derbarê cudabûna ji hevjîna xwe de gotibû: ’’Biryara me ya cudabûnê biryareke du alî û medeniyane ye, ji ber ku em tu caran hevdu nabînîn.’’
BasNews