• Thursday, 18 July 2024
logo

Messî yê Kerkûkê diçe Holandayê

Gulan Media February 5, 2014 Corane
Messî yê Kerkûkê diçe Holandayê
Bavê ‘Mahan’ lîstikvanê futbolê, Eta Ebdula Bokanî bi rêya akademiyên ku kurê wî têde dilîze, peywendî bi çend xwendingeh û tîmên futbolê re kiriye daku kurê wî, Yarî bibine welatê Holandayê.

Eta ku bi xwe li Akademiya ’’The Young’’ a Holandî mamoste ye, piştî dîtina dîmenên lîstina Yarî ji ber lîstika wî ya di asta bilind de gelek dilxweş bûye ku ji dil û bi fikir dilîze û wiha dibêje: ‘‘Ji ber wê jî min biryar da ku hewl bidim wî derxînim derveyî Kurdistanê û min û rêveberê akademiyê bi hev re li dîmenên lîstina ’Yarî’ temaşe kir û Marco The Young razî bû ku peywendiyê ligel bi çend tîmên Holanda û Belcîkayê re deyne.’‘

Bavê Yarî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘‘Piştî peywendiya bi çend tîman re, em geheştine wê encamê ku ji bo dema hefteyekê Yarî biceribînîn û di dawiye de lîstina wî binirxînin, ger Yarî di astê tîmên Holanda û Belcîkayê de be, girêbesta fermî pêre tê mohr kirin, eger berovajî wê yekê be lazime vegere Kurdistanê û hewildanên xwe zêdetir bike.’‘ Ji bo vê mebest jî biryare di demeke nêzîk de, Yarî ligel bavê xwe û rojnamevanekî werzişî serdana Holandayê bikin.

Basnews
Top