• Thursday, 18 July 2024
logo

Fîl jî weke me însanan e...

Gulan Media February 3, 2014 Corane
Fîl jî weke me însanan e...
Fîl li ser ferqika xwe ya mirî şînê digire, ku ew dimeneke gellekî dilşewat û hestyar e. Bi rojan li ser laşên wan dorê digirin, heya ku hinek ji wan digirîn jî.

Xweşiya me diçe, gava em hizir dikin ku em însan xêrxwaz û rehmdar in. Lê fîl jî ji me ne cuda ne. Gava ji derve gef û metirsiyek hebe, ew xelekekê çêdikin, pîr, nexweş û ciwanan di hindirûyê xelekê de diparêzin.

Hin cûreyên fîlan hene ku diçin ser hev, xortimê devê xwe dixin devê yên din û bi vî awayî wî/wê maç dikin. Têkiliya zayendî ya fîlan kurt e, lê di salên dawî de têkiliya di navbera yên nêr de jî (yekî temenmezin û yekî ciwan) tê zanîn.

Fîl qet ji bîr nakin. Li Afrîkayê li ser garaneke fîlan di lêkolînekê de ev encam diyar bûye ku ew reng û bîhna gelê Masaî ku êş û tahdeyî didan wan nas dikin, ku ew talûkedar û êrişkar in. Lê li himberî reng û bîhnên gelên Kambayan helwesta wan cuda ye, ku bi rehmdarî bi fîlan re tevdigerin.

Fîl bêyî acizkirina yên din di rêya xwe de diçin. Baş tê zanîn ku ew li cem însanekî birîndar dimînin, heya ku hewarî bigihê. Li Hindistanê çîroka fîleke karker, ya ku hilgirtina qocan red dikir, tê zanîn. Xwedî tê dinêre ka çi bûye. Dibîne ku di şikefta (qula) qocê de segek di xewê de ye.

Ew ji bo erdkolan û qulibandina daran diranekî xwe bikartînin. Eger ew diran bi awayekî xeter birîndar bibe, hingê yê din bikartînin.

Ew bi hêrs û ernokiya xwe ya weke zarokan tên zanîn. Xwe diavêjin nav heriyê û heya ku ji hîlet bikevin bi gevizandinê li xwe didin.”

Li Afrîkaye di 35 salên dawî de hejmara fîlan ji sedî 50 kêm bûye, hejmara heyî bi hizrî di navbera 450 û 650 hezaran de ye. Li seranserê dinyayê jî bi hizrî 650 hezar fîl hene.

Rûdaw/Victoria Finan, The Independent
Top