• Thursday, 18 July 2024
logo

Li çiyayê Korekê festîvala xijiqîna ser berfê

Gulan Media February 1, 2014 Corane
Li çiyayê Korekê festîvala xijiqîna ser berfê
Di çarçoveya çalakiyên ‘Hewlêr paytexta Geştyarî ya Welatên Erebî’ de, cara yekem leyistika xijiqîna ser berfê li Kurdistan û İraqê li çiyayê Korekê birêve çû.

Di vê derbarê de Serokê Desteya Geştûguariya Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar ji BasNewsê re got: ‘’Bi serpereştiya Lijneya Bilind a Amadekariyên Hewlêr Paytexta Geştyarî ya Welatên Erebî 2014 de, li çiyayê Korek doh leyistika xijiqîna ser berfê birêve çû. Ev leyistika han bi awayekî hat kirin ku geştûguzariya Kurdistanê pêş dixe, ji ber evna yekem car e ku leyistikeke wiha li Kurdistanê tê leyistin.’‘

Mewlewî Cebar wiha axifî: ‘’Evna corekî taybet a geştûguzariya zivistanê ye û berî niha di vî warî de valahiyeke zêde hebû, lê ji xeynî vê leyistikê, em ê di dahatû de karê baştir bikin û evna deriyekî baş e bo rakişandina geştyaran di demsala zivistanê de. Herwiha kesên beşdarî vê leyistikê bûn, ji xeynî Kurdan geştyarên biyanî û Erebî jî hebûn.’‘

Navbirî da zanîn ku di bernameyên wan de heye ji bo paşerojê li çiyayê Sekran û quntara çiyayê Helgurd ku dikevin sînorê parêzgeha Hewlêrê çend projeyên geştûguzarî yên zivistanê hevşêweyê çiyayê Korek cîbicîh bikin ku salane nêzîka 10 mehan berf lê dimîne.

Basnews
Top