• Thursday, 18 July 2024
logo

Roja herî baş ya devjêberdana cixarê roja duşemê ye

Gulan Media February 1, 2014 Corane
Roja herî baş ya devjêberdana cixarê roja duşemê ye
Li gor lêkolîneke nû mirov herî gellek roja duşemê derbarê devjêberdana cixarê de mitaleyan dikin. Lêkoleran encamên lêgerînên înternetê yên di navbera salên 2008 û 2012ê de berhev kirin û derxistin holê ku pirraniya kesên dixwazin dev ji cixarê berdin, di rojên duşeman de vê derbarê de hizran dikin. Lêkolîn li ser lêgerînên bi zimanên ingilîzî, çînî, portekîzî, fransî, rûsî û ispanî hat pêkanîn.

Di encamê de diyar bû ku mirov roja duşemê ji rojên din bêhtir meyldarê devjêberdana cixareyê ne. Di heman demî de diyar bû ku li gor rojên sêşeman heta yekşeman, rojên duşema lêgerînên derbarê devjêberdana cixarê de % 25 zêdetir e. Bi vî awayî diyar bû ku mirov dixwazin di destpêka hefteyê de dev ji cixarê berdin.

Ya herî di vê lêkolînê de balkêş jî ew bû ku di lêgerîna her şeş zimanan de jî encama pileya meyla devjêberdana cixarê ya roja duşeman nêzîkî hev in. Di lêkolîna li ser lêgerînên bi ingilîzî yên ji bo devjêberdana cicarê de, encameke bi vî rengî derket holê: Lêgerînên ji bo devjêberdana cixarê rojên duşeman % 11 ji rojên çarşeman, % 64 ji rojên înan û % 145 ji rojên şemiyan bêhtir e. Ji ber vê encama balkêş jî, niha çav li rê ye ku saziyên li dijî kişandina cixarê bi taybetî rojên duşeman kampanyayên xwe birêve bibin.

Rudaw
Top