• Thursday, 18 July 2024
logo

Dara ber deriyê xwe birî û hat girtin

Gulan Media January 30, 2014 Corane
Dara ber deriyê xwe birî û hat girtin
Hevwelatiyekî qezaya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê li ser birîna dara ber mala xwe ku destûr ji şaredariyê wernegirtibû hat girtin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Rêveberiya Polîsên Derbendîxan nûçe ji BasNewsê re piştrast kir û got: ‘’Li ser şikayeta Tora Rêxistina Jîngehparêziya Germiyan, hevwelatiyekî ji qezaya Derbendîxan li ser birîna dara ber mala xwe ji ber ku destûr wernegirtibû hat girtin û niha di hepsê de ye.’‘

Hêjayê gotinê ye li gor yasaya parastin û jîngeha Kurdistanê, her kesek bê mohlet-destûr darekê bibire tê cezakirin, cezayê wê jî ji 200 hezar heta 2 milyon dînar e, yan jî şeş meh cezayê girtîgehê.

BasNews
Top