• Thursday, 18 July 2024
logo

Sala borî 676 hezar welatiyên Kurdistanê serdana Tirkiyê kirine

Gulan Media January 28, 2014 Corane
Sala borî 676 hezar welatiyên Kurdistanê serdana Tirkiyê kirine
Konsulê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Akif ragehand ku ji 17’ê Nîsanê ve heta dawiya sala 2013’ê, Tirkiyê 650 hezar vîze dane hevwelatiyan û got: ‘’Piraniya wan bo İraqê bûye û li nav İraqê jî herî zêde vîze dane hevweltiyên Kurdistanê.’‘

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Kurdistanî Nwê, Mehmet Akîf wiha dibêje: ‘’Di sala 2012’ê de 533 hezar û di sala 2013’ê de jî 676 hevwelatiyên Kurdistanê serdana Tirkiyê kirine. Wate rêjeya geştê ji Kurdistanê bo Tirkiyê ji sedî 37 zêde bûye.’‘

Akif da zanîn ku armanca Tirkiyê di sala dahatû de ew e rêjeya dana vîzeyan di cîhanê de bighîne 10 milyonan û wiha axifî: ‘’Bi taybetî li İraq û Herêma Kurdistanê daxwaza li ser vîzeya elektronîk ber bi zêdebûnê ve diçe.’‘

Derheqa bazirganiya navbera Kurdistanê û Tirkiyê de jî, Mehmet Akif got: ‘’Li Herêma Kurdistanê 2 hezar û 656 şirketên biyanî hene û ji wan hezar û 226 şirketên Tirkiyê ne. Herwiha 8 heta 8.5 milyar dolar bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatiye kirin.’‘

Rudaw
Top