• Thursday, 18 July 2024
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê kansera memikê zêde bûye

Gulan Media January 26, 2014 Corane
Li Rojhilatê Kurdistanê kansera memikê zêde bûye
Dr. Ferza Bidar li Fakulteya Tibê ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragehand ku rêjeya nexweşiya kanserê ji sedî 20 zêde bûye. Herwiha da zanîn ku di nav jinan de herî zêde kansera memikê heye.

Li gor ajansa Mehr a Îranê jî, li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê duyemîn sedema mirinê nexweşiya kanserê ye. Herwiha hat ragehandin ku di nav mêran de jî kansera mîdeyê gelekî zêde bûye.

Di vê derbarê de pisporê nexweşiya kanserê Beyazîd Qadirî ji ajansa navbirî re got: ‘’Li parêzgeha Sine di nav jinan de kansera memikê û di nav mêran de jî kansera mîdeyê zêde bûye û gehiştiye asteke metirsîdar.’‘

Qadirî wiha axifî: ‘’Li bajarê Sine ji sê mirinên ji nişka ve yek ji ber kişandina cigareyê ye, herwiha 200 madeyên kîmyayî di jîngeha vê parêzgehê de hene û evna jî sedemeke bo zêdebûna nexweşiya kanserê di nav hevwelatiyan de.’‘

Li gor daneyên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê, nexweşiya kanserê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi awayekî berfireh zêde bûye. Di vê derbarê de Endamê Encûmena Neştergeriya Giştî ya Îranê Dr. Bêhzad Rehmanî berî niha ji medyayê re gotibû: ‘’Nexweşiya kanserê bi awayekî ne normal zêde dibe. Bi taybetî jî kansera memikan di nav jinan de û kansera kezeba spî û mîdeyê jî di nav mêran de bi awayekî neasayî zêde bûye.’‘

Li gor Dr. Bêhzad Rehmanî, temenê kesên bi nexweşiya kanserê jî ketine daketiye, berî niha kesên di ser 50 salî re bi kansera roviya qalin diketin, lê niha temenê kesên bi vê nexweşiyê dikevin daketiye 25 salî.

Rehmanî, zêdebûna nexweşiya kanserê jî bi mişewişbûn û tirsê ve girêdide ku laş lawaz dike. Sedemeke din jî a zêdebûna nexweşiya kanserê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi barîna toz û dûmanê ve girêdayî ye, pîsbûna keş û hewayê jî li bajarên mezin ên Îranê rolekî serekî di zêdebûna nexweşiya kanserê de dibîne.

Basnews
Top