• Thursday, 18 July 2024
logo

Hikûmeta Iraqê dê mûçeyê bide wendekarên dibistanan

Gulan Media January 23, 2014 Corane
Hikûmeta Iraqê dê mûçeyê bide wendekarên dibistanan
Serokatiya Komar a Iraqê yasaya dayîna dermale (mûçe) bi xwendekarên seretayî û amadeyî li seranserên Iraqê pesend kir.

Li gor wê yasayê, her meh dê xwendekarên seretayî 30 hezar dînar û yên amadeyî jî 50 hezar dînarê iraqî werbigirin.

Ofîsa Cîgirê Serokomarê Iraqê Xuzeyir Xuzaî di daxuyaniyekê de ragihand ku yasaya dayîna dermale (mûçe) bi xwendekarên seretayî û amadeyî hat pesendkirin.

Ew yasa berî niha ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatibû pesendkirin û jib o Serokatiya Komar a Iraqê hatibû şandin.

Li Iraqê berê bi tenê xwendekarên zanîngeh û peymangehên hikûmtê mûçe werdigirtin, lê ji niha û pê de dê xwendekarên dibistanên hikûmtê jî li seranserê Iraqê mûçeya mehane werbigirin.

Rudaw
Top