• Thursday, 18 July 2024
logo

Doktorê kurd wek doktorê salê hat hilbijartin

Gulan Media January 22, 2014 Corane
Doktorê kurd wek doktorê salê hat hilbijartin
Doktorê kurd Azad Najar li bajarê Swêd Västerosê wek doktorê herî baş ê sala 2013`a hat hilbijartin. Azad li nexweşxaneya bajarê Västeråsê serdoktor e, lê di eynê wextê de îcatkarekî amûrên tippê ye jî.
21 Çile 2014 Sêşem 12:44
Doktorê kurd wek doktorê salê hat hilbijartin



Di dayîna vê xelatê de, ku bi dengdayînê çêdibe, sedem weha hatiye diyarkirin: " Îcatên wî dê rojekê jîyana gelek kesan xilas bike!"

Azad Najar kî ye?

Azad di sala 1968`a de li Kurdistanê li bajarê Duhokê hatiye dunyayê. Hîna di zarotîya xwe de biryar daye ku bixwîne û bibe doktor. Di sala 1995`a hatiye Swêd. Îro wek serdoktorê para urologiyê dixebite.

Di nav derdorên tippê de bêtir wek xwediyê du îcatan tê naskirin: Amûrek ku emeliyatên xîrorgiya bi mêzekirina di qulikê re hêsatir dike û ya din jî dilekî sunnî (yekemîn dilê çar kozikî ê cîhanê). Azad dibêje ku heta sê salên din dilê sunnî wê bikeve xizmeta mirovên ku nexweşya wan ya dıl heye.

Li Swêdê bi qasî 250 000 kesên ku bi nexweşya kronîk a dil hene.

Avestakurd
Top