Dewlemendên Kurd ketin rêzbenda dewlemendên cîhanê
Mela Yasîn got: ‘’Ew Kurdên ku daniştvanên Herêma Kurdistanê ne li xwe mikur hatine ku sermaya wan zêdeyî 4 milyar dolar e û navê wan jî di govar û ragehandinên cîhanî de hatiye belavkirin.’‘
Yasîn wiha axifî: ‘’Ew kesên salane li Kurdistanê yek milyon dolar diçe ser sermaya wan gelekî zêde bûn. Herwiha li Herêma Kurdistanê 11 hezar û 630 kes sermaya wan di ser 5 milyon dolar re ye.’‘
Derheqa sermaya şirketa Berêz de jî ku Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê Mela Yasîn bi xwe xwediyê wê ye got: ‘’Sermaya şirketa me 50 milyon dolar derbas kiriye.’‘
Basnews