• Thursday, 18 July 2024
logo

Metirsiya ziwabûna gola Zerîwarê heye

Gulan Media January 19, 2014 Corane
Metirsiya ziwabûna gola Zerîwarê heye
Piştî ziwabûna zêdeyî ji sedî 75’ê gola Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê niha metirsiya ziwabûna gola Rezîwarê ya Merîwanê heye.

Derbarê mijarê de Cêgirê Rêveberê Beşa Plandanîna Parêzgeha Sine Erselan Ezharî agahî dam medyayê û got: ‘‘Gola Zerîwarê mezintirîn gola ava şêrîn a cîhanê ye, lê metirsiya wê yekê heye ku ziwa bibe. Ji bo rêgirtina li vê xisarê jî divê gola Zerîwarê di peymannameya (Ramserê) de bê tomar kirin.’‘

Biryara tomar kirina gola Zerîwarê di peymannameya (Ramserê) de vedigere çend sal beriya niha û di dema hikûmeta berê de hatiye pesendkirin. Lê heta niha yasaya wê nehatiye cîbicîh kirin, eger Zerîwar di peymannameyê de bê tomar kirin piştgîrî û hevkariya navnetewî ji bo parastina wê golê dikeve tevgerê û rê li ziwabûna wê tê girtin.

Hêjayî gotinê ye gola Zerîwarê yek ji navçeyên geştyarî û balkêş ên bajarê Merîwanê ye û hevsînorê Herêma Kurdistanê ye.

Basnews
Top