• Thursday, 18 July 2024
logo

Li “siwariyê xewna xwe” digere

Gulan Media January 18, 2014 Corane
Li “siwariyê xewna xwe” digere
Piştî ku keçeke Çînî li geryana li dûv mêrekî de bêzar bûye weku bavê xwe biryar daye bi awayekî cuda li dûv siwarê xewnên xwe bigere daku pêre bizewice û bi vê mebestê wêneyên xwe bi cilê bûkîniyê li cihên rêklamê li cadeyan belav kiriye.

Huwang Lîcwan, ew keça temen 28 saliye ku 165 hezar dolar li rêklama wêneyên xwe ku li cade û kolanan belav kiriye xerc kiriye û li ser wêneyên xwe ev tişt nivîsiye: “Xaniyê min heye, otombêla min heye, ez li kurekî baş digerim tişta ez dixwazim tenê di sala 2014`an dilê min xweş bike.”

Huwang amaje bi wê jî kiriye êdî ew ji malbata xwe bêzar buye jiber ku tim jêre dibêjin çima tu nazewice û wê jî ev kare kiriye. Huwang di biwarê kirîn û frotinê de kar dike û ragihandiye ku jiber piraniya îş û karê wê nekariye reftar li gel xelkê din de bike û ew kompaniya ku têde kar dike biryar daye ku hemû rêklamên wê hilde stuyê xwe.

Xendan
Top