• Thursday, 18 July 2024
logo

Kardovan, gundek ji kevir..!

Gulan Media January 18, 2014 Corane
Kardovan, gundek ji kevir..!
Gundê Kardovan ku dikeve bakûrê rojhilata Êranê xwzayekî cudaye û dîmenekî bê hempaye. Ev gund xaniyên wê dinava berên (kevirên, zinar)`ên mezin de hatiye ava kirinê kevir û zinar hatine kolandin û odeyên mezin û hol têde hatine çê kirin.

Li gor zanyariyên ku hatiye belav kirinê kevirên wê gundî ji ber volkanê dirustbûne, çîrokên kalemêrên wî gundî ku ji bavû bapîrên xwe wergirtine behsa wê yekê dikin ku pêştir ew cih ji aliyê Mexuliyan ve hatiye bikaranîn û piştre jî bûye gund.

Tişta ecêb jî zêdebûna akinciyên wî gundî ne û qatên xaniyan têne zêdekirinê ji ber wê jî niha piraniya wan xaniyan pencere û deriyên wan hene.

Tişta herî girin jî pêwîstiya wan xaniyan bi amêrên hênik kirinê yan germkirinê tune ye, çûnkî ew xanî li nava zinaran hatine çêkirin û kevir di zivîstanan sermayê nahêlin û havînan jî germayê.

Xendan
Top