• Thursday, 18 July 2024
logo

Jinek Kurd xelata mafê mirovan wergirt

Gulan Media January 13, 2014 Corane
Jinek Kurd xelata mafê mirovan wergirt
Li gor nûçeyek Malpera BasNews parêzera Kurd Maîde Qadirî ku ji Kurdên Xoresan`ê ye karî sêyemîn xelata mafê mirovan a ’’Navenda Azadiya Îranê - Kanûnê Azadiyê Îran’’ bi dest bixe.

Xelat roja Yekşemê li bajarê Bochum a Elmaniya li dêra Krîstos a wî bajarî di merasîmekê de bi beşdariya Şirîn İbadî, xwedî xelata Nobela aştiyê, şaredarê Bochumê, berdevkê şandeya serokên Elmanya û bi piştîvaniya du ekterên Îranî bi rêve çû û İbadî xelat pêşkêşî Maîde Qadirî kir.

Qadirî ji ber ku parêzertiya dosyeyên çalakvanên siyasî yên Kurd kiriye di sala 2010’an de ji aliyê hêzên asayişa bajarê Meşhedê ve hatibû binçavkirin û demekê di girtîgehê de ma.

Qadirî ji ber xebatên xwe ji Îranê derketibû û demekê li Başûrê Kurdistanê dima û ji aliyê Şirîn İbadî ve bo wergirtina xelatê hatibû pêşniyar kirin.

Xendan
Top