• Thursday, 18 July 2024
logo

Zarokekî iraqî şîfreya saziya sîxorî ya Birîtanya şikand

Gulan Media October 20, 2013 Corane
Zarokekî iraqî şîfreya saziya sîxorî ya Birîtanya şikand
Zarokekî iraqî yê bi navê Ehmen Kembûrî (13) di nav 3 hefteyan de karî şîfreya saziya sîxoriya Birîtanya (MI6) şikand.

Zarokê iraqî yê bi navê Eymen Kembûrî ku niha li bajarê Ebû Zebî yê Îmaratê dixwîne, di pêşbirkek zanistî de karî şîfreyên saziya sîxoriya Birîtanya, MI6, bişkêne.

Li gorî nûçeya malpera erebî ya bi navê Wekale el Qelem, Eymen ev kar di nav 3 hefteyan kir.

Eymen dibêje, wî gelek tiştên din jî kiriye bi taybet hinek tiştên telefona mobil a ji curê iphone guhertiye.

Wê çalakiya Eymen neçar kir ku Ajansa Pêwendiyan a hikûmeta Birîtanya bikeve nav liv û tevgerê. Berpirsekî pilebilind ê ajansê diyar kir ku ew şîfreyên ku wî zarokî şikandiye, dîtin û şikandina wan bo her kesî hêsan nîne ji ber wê jî bo parastina asayişa netewî yaBirîtnya pêwîstiya me bi kesên jîr û bi şiyan heye.

Rudaw
Top