• Thursday, 18 July 2024
logo

Mam Husên dixwaze bi simêlê xwe bikeve pirtûka Guinessê

Gulan Media October 19, 2013 Corane
Mam Husên dixwaze bi simêlê xwe bikeve pirtûka Guinessê
Welatiyê kurd ê bi navê Mam Husên ku wek “Ebû Şewarib” (bavê simêlan) tê naskirin, dixwaze bi simêlê xwe yê dirêj navê xwe di pirtûka rekoran a Guinessê de tomar bike.

Mam Husên xelkê bajarokê Soran ê girêdayî Hewlêrê ye û dirêjahiya simêlê wî 130 cm e. Mam Husên dibêje, simêlê ji hemû tiştekî zêdetir hez dike û “eger hemû Kurdistanê bidin min ez simêlê xwe kur nakim”.

Mam Husên simêlê xwe wek nasnameya xwe dibîne û dibêje, derhênerê navdarê kurd Behmen Qubadî jî xwestiye di fîlmekî wî de bilîze lê li gorî Mam Husên, li Kurdistanê naxwaze di fîlman de bilîze.

Ebû Şewarib dibêje eger beşdarî pêşbirke yan jî festîvalekî bibe dê bi navê Kurdistanê beşdar bibe. Sala 1994an agir bi simêlê wî dikeve û li gorî wî ew bûyer “karesat” bûye û wiha tîne ziman: “Min gelekî xema simêlê xwe xwar. Ez ewqas di xema simêlê xwe de bûm di xema şewata cihên xwe yên de nebûm.”

Mam Husên sala 1972an, 2 jinan tîne û bavê 13 zarokan e ku 8 jê kur û 5 jî keç in. ji sala 1977an ve karê teimîrkirina dolab û klîma û split û penkeyên otomobîlan dike.

Endamên malbata Mam Husên ji simêlê wî aciz nabin. Kurê wî yê bi navê Bêstûn ku temenê wî 26 sal û mamostayê zimanê înglîzî ye, dibêje, tiştekî normal e ku bavê wî simêlê xwe dirêj dike çimkî her mirovek hedefek wî heye hedefa wî jî dirêjkirina simêlan e.

Mam Husên hêvî dike ku yek ji kurên wî jî simêlê xwe dirêj bike.
Top