Xelata Nobel a Fîzîkê bû para du pisporên Ewropî
Akademiya Nobel a Swêdê, mîna hersal, îsal jî xelata Nobel a Fîzîkî da. Xelata Nobelê ya îsal di warê fîzîkê de bû para du pisporên bi navê Peter W. Higgs û Franscois Englert.
Li gorî ajansên nûçeyan, Higgs mamostayê zanîngeha Edinburugh ya Skotlandê ya Brîtanya ye û Englert jî mamostayê zanîngeha Brûksel a Belçîkayê ye.
Di daxuyaniya akademiya xelata Nobelê de hatiye gotin ku van her du pisporan karîne bi lêkolînên xwe çawaniya çêbûna cîhanê derxin holê.
Li gorî teroriya her du pisporên han ku ji têkelkirina teoriya izafî ya Eniştayn û teoriya Kuwantomê pêk tê, di cîhanê de çi heye ji çend zerreyên bingehîn hatine çêkirin.
Lêkolîna herî girîng a Higgs û Englert par li bajarê Cern yê Swîsre pêk hat ku tê de proton (yek ji pêkhateyên serekî yên etomê) bi leza tîrêjên rojê tên livandin û zerreyên ku di vê qonaxê de çêdibin bi navê ”Bozun” tên binavkirin. Ev zerre wek “zerreyên xudawend” jî tên binavkirin.
Ev teorî ku wek “Sîstema Standard” tê binavkirin, dibêje: di cîhanê de çi heye ji zerreyên bingehîn hatine çêkirin ku ji 6 “Kuark” û 6 “lepton” pêk tên.
Nirxa xelata Nobel 1.2 milyon dolar e.
Rudaw