• Thursday, 18 July 2024
logo

Şaciwana cîhanê diyar bû

Gulan Media October 1, 2013 Corane
Şaciwana cîhanê diyar bû
Li nav 128 beşdarvanan şaciwana Filipînê wek şaciwana îsal ya cîhanê hate destnîşan kirin û her yek li şaciwana Fransa û Gana jî weku duyem û sêyem hatin diyar kirin.

Duh roja şemiyê 28/9 ji aliyê desteya serpereştyarên ahenga diyarkirina şaciwana 2013`an a cîhanê hatin diyar kirin, Mîgan Yung a Filipînî weku şaciwana cîhanê hate destnîşan kirin.

Şaciwana cîhanê Mîgan Yung a temen 23 salî û di pêşbirka ku li girava Balî ya Endonîzyayê birêve çû de jinav 128 şaciwanan de wek şaciwana îsal a cîhanê hate destnîşan kirin.

Şacîwana îsal ya cîhanê li Emerîka jidayîkbûye û di temena 10 salî de ew welate bi cî hêştiye û berê hunera sînemayê xwendiye û çendîn rolên aktîûv di karên hunerî de rola xwe lîstiye.

Xewna şaciwana cîhanê ewe ku bibê derhênerê filîm û dibêje ku xewn û hêviyên wê zorin û ji xwendina çîrokên Harî Poter hez dike û lîstokên vîdeoyî jî dike.

Piştî diyarkirina wê weku şaciwana cîhanê rondik bi çavên Mîgan Yung dikevin û spasiya lijneya dadwerî ya pêşbirkê jî kir û soz da ku bibe baştirîn şaciwana cîhanê.

Xendan
Top