Şaciwana cîhanê diyar bû
Duh roja şemiyê 28/9 ji aliyê desteya serpereştyarên ahenga diyarkirina şaciwana 2013`an a cîhanê hatin diyar kirin, Mîgan Yung a Filipînî weku şaciwana cîhanê hate destnîşan kirin.
Şaciwana cîhanê Mîgan Yung a temen 23 salî û di pêşbirka ku li girava Balî ya Endonîzyayê birêve çû de jinav 128 şaciwanan de wek şaciwana îsal a cîhanê hate destnîşan kirin.
Şacîwana îsal ya cîhanê li Emerîka jidayîkbûye û di temena 10 salî de ew welate bi cî hêştiye û berê hunera sînemayê xwendiye û çendîn rolên aktîûv di karên hunerî de rola xwe lîstiye.
Xewna şaciwana cîhanê ewe ku bibê derhênerê filîm û dibêje ku xewn û hêviyên wê zorin û ji xwendina çîrokên Harî Poter hez dike û lîstokên vîdeoyî jî dike.
Piştî diyarkirina wê weku şaciwana cîhanê rondik bi çavên Mîgan Yung dikevin û spasiya lijneya dadwerî ya pêşbirkê jî kir û soz da ku bibe baştirîn şaciwana cîhanê.
Xendan