• Thursday, 18 July 2024
logo

Mano tê Kurdistanê

Gulan Media September 16, 2013 Corane
Mano tê Kurdistanê
Birêvebirê rewşenbîrî a qeza Kifrî radighîne ku biryarre di heyva cotmehê ya îsal de yekem festîvala (Kurtefilmên zarokan a navdewletî a Kifrî) bi beşdariya çend welatekî biyanî li qeza Kifrî bê encam dan.

Mela Necim Hemîd da zanîn ku bo wê mabestê 20 kurtefilim dê bêne nimayîş kirin û gelek mevan û hejmarek kesayetiyên navdar hatine vexwendin ji wan jî karektera drameya Hindî (Şajina Cansî) Mano ye û wê jî rizamendiya xwe aniye ziman.

Mela Necim ji Xendanê re ragihand: Bo yekem car li navçeya Germiyanê festîcala kurtefilmên zarokan a navdewletî a Kifrî bi beşdariya çendîn welatên Asya û Ewrupa li dawiya heyva cotmehê ya îsal li Kifrî birêve diçe.

Birêvebirê rewşenbîrî a qeza Kifrî got jî: Me amadekarî bo festîvalê temam kiriye û budceya pêwîst jî ji aliyê birêveberiya giştî rewşebîrî û hunerî û werziş û lawên Germiyanê hatiye dabînkirinê.

Mela Necin aşkira kir ku ew 20 kurte filim dê di 3 rojan de bêne nimayîşkirinê û bînerên wê tenê wê zarok bin.

Birêvebirê rewşenbîrî ya navçeya Kifrî ew jî diyar kir ku ji bo festîvalê çend ekterekî cîhanî û navxweyî û kesayetiyên biwarê drameyê de hatine vexwendin û diyartirîn ekter jî ektera şajina Cansî a Hindî ye û wê ji bi kêfxweşî rizamendiya xwe aniye ziman û ewê beşdarî li festîvalê bike.

Xendan
Top