• Thursday, 18 July 2024
logo

Maziyên Kurdistanê bo Tirkiye, Îran û Rûsya tê hinartin

Gulan Media September 7, 2013 Corane
Maziyên Kurdistanê bo Tirkiye, Îran û Rûsya tê hinartin
Li Kurdistanê îsal bazara darên Mazî germ e û ji ber wê jî xelkê dest bi komkirina Mazî û darên Maziyê kiriye. Tê gotin berhemên Mazî bo derveyî Kurdistanê tê hinartin.

Welatiyê bi navê Resûl ku xelkê gundê Çinarne yê devera Bingird a Raniyayê ye, ji Rûdawê re got: “Mazî li gundê me tijî ye. Bi taybet îsal gelekî zêde ye û gelekî jî girîngiyê didinê, çimkî nirxa wê biha bûye û bazara wê jî germ e. lê komkirna maziyê mêriv diwestîne ji ber ku darên maziyê bilind in û piranî jî li deverên çiyayî heye.”

Resûl her wiha dibêje, ji mêjve li gundê me mazî tê komkirin û heta niha jî didome. li gorî Resûl û gelek gundiyên din, mazî ji gelek nexweşiyên mîna şewat û kulbûna dev derman e. yên pîr jî dermanên cur bi cur ji maziyê çêdikin.

Welatiyê bi navê Hoşmend Ehmed ku mijûlî komkirina maziyê bû got: “Her darek nêzîkî 20 kîlo mazî pêve heye û îsal jî bazara firotina maziyê germ e û kîloyek mazî bi 7 hezar dînar tê firotin.”

Ji mêjve mazî di çêkirina dermanan de bikar tê û niha jî di pîşesaziya ferş û xemilandinê de tê bikaranîn.

Welatiyê bi navê Ako Enwer zêdetirî 15 salan e mijûlî kirîn û firotina mazî ye. Ako ji Rûdawê re got: “Berê mazî bo şewat û kulbûna dev bikar dihat niha jî li Îranê bo rengê ferşan bikar tê. Ji ber ku rengê wê naçe û renga porrê jinan jî ji mazî tê çêkirin ji ber ku rengê porr xweşik dike lê ji ber ku li Kurdistanê kargeha mazî nîne kêmtir sûd lê tê wergirtin û piraniya berhemên mazî yên Kurdistanê bo Îran, Tirkiye, Îmaratê tê hinartin û Îran jî difroşe Rûsya.”

Darên maziyê li deverên çiyayî şîn dibe û berhema wê jî qasî gûzekê ye û ji pelên dara maziyê bo xwedîkirina pêz sûd tê wergirtin. Berhemên mazî du cur in, kesk û spî lê maziyên kesk ji yên spî bihatir in.

Li gorî Ako Enwer, hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyê nade maziyê û xelk jî guh nadin darên maziyê û dema ku berhemên mazî kom dikin gelek caran dişkênin.

Rudaw
Top