• Thursday, 18 July 2024
logo

Adetên şaş diranan wêran dikin

Gulan Media September 5, 2013 Corane
Adetên şaş diranan wêran dikin
Gellek adet hene, bêyî ku em hay jê hebin, em belayeke mezin bi ser diranên xwe de tînin. Da ku diranên me baş bimînin, pêwîst e em xwe ji van adetên şaş biparêzin, ku pêk tên ji:
Keritandina qeşayê:

Siruştî û bêyi şekir e, ew jî wiha dike ku tu bîr bibe ku bêyî ziyan e. Lê keritandina tişên hişk û sar dibin sedema şikestina diranan. Dibe ku ev adet bibe sedema êşa demdirêj bo diranan jî. Hinek kes jî pênûsan dicûn, ew jî bandoreke xirab li ser diranan dike.

Pêdana şîr beriya xewê:

Ti derman ji bo destpêkirina parastina diranan ne zû ye. Pêdana memika şîr, da ku zarok pê raze, zarok bi kerizandina diranan nexweş dike.

Quriçandina diranan di dema xewê de:

Bi derbasbûna demê re, diranquriçîn dibe sedema şikestin, lawazbûn û êşa diranan. Herwiha dibe sedema êş û têkçûna valahiyên di navbera herdu argûşkên jor û jêr de. Hokara sereke ya quriçandinê nearamî û adeta nedirustiya xewê ye.

Keritandina şekir û şîrînî

Ziyana wan zêdetir dibe, dema ku tên keritandin, ji ber ku bi xurtî bi diranan ve vedibin. Bi vî awayî pêwendiyeke nedirust di navbera şekir û diranan de, heta çend demjimêran, pêk tê. Herwiha dibe rêxweşkereke girîng ji bo xirabûna diranan.

Vexwerinên gazî

Her qutiyek vexwarina gazî 11 kevçiyên şekirê çayê tê de ye, ji pêvî vê jî, tirşiya fosforî û leymûndiz tê de ye, ku dibin sedema nehiştina wî qaşilê hişk, ku xurtiya diran nixumandiye û bi mînayê diran naskirî ye. Ji ber van tirşiyan tê de, vexwarina vî celebî jî, ku bêyî şekir jî be, dibin sedema xirabûna diranan.

Vekirina tiştên kanzan û plastîkî bi diranan, metirsiya şikestin û lawazbûna diranan pêk tîne. Bila herdem meqes û kilîta vekirina qutiyan hebe. Herwiha bila diran tenê karê xwe bikin, ku xwarin e.

Xwarina kartolan

Ne tenê şerbet û şîrînî diranan xirab dikin. Ew nîşaya di kartolan de jî vediguhere madeyeke tirş û ji diranan dixwe. Eger kartol di nav diranan de bimînin, metirsî li ser diranan bêhtir dibin.

Rudaw
Top