• Thursday, 18 July 2024
logo

Fêkî rayan dişidîne

Gulan Media September 3, 2013 Corane
Fêkî rayan dişidîne
Rayên kesên ku rojane fêkî dixwin ji kesên din xurttir in. Bi xwarina fêkî ya asayî pêşiya qetandin û ferehbûna rayan tê girtin.

Li gor lêkolîneke zanyarên zanîngeha Karolinska ya Uppsala li Swêdê, kesên rojana 2 fêkiyên wekî sêv, hirmî, mûz û porteqalan bixwin, metirsiya qetandina rayên wan sedî 43 kêmtir dibe.

Zanyaran di çarçoveya vê lêkolîna xwe de 13 salan bandora fêkîxwarinê ya li ser zêdeyî 80 hezar kesên temenê wan 46-86 salî şopandin. Bi vî awayî diyar bû ku ji gellek hêlan ve tenduristiya kesên rojane fêkî dixwin, ji ya kesên din baştir e. Herwiha fêkî bandoreke erênî li tenduristiya cigarekêşan jî dike. Sedemên vê jî antîoksîdenên di nava fêkiyan de hatin nîşandan.

Rudaw
Top