Stranbêjekî Amerîkî ji ‘Google’ ditirse
Taylor Swift ji kovara Marie Claire ya Amerîkî re axivî û tirsa xwe ya herî mezin eşkere kir.
Stranbêja 23ê salî ragihand ku dema di Google de li navê xwe digere pir ditirse û wiha got: “Ger kesek derbarê min de gotinekî xirab binivîse, ez jê bandor dibim. Ger di Google de li pey navê te bigerin, bawerî bi te namîne.”
Di nava tirsên din ên Swift de jujî derya (deniz kestanesi) û girtin jî heye.