• Thursday, 18 July 2024
logo

Kazakîstanê kurdek bi Madalyaya Zêrîn xelat kir

Kazakîstanê kurdek bi Madalyaya Zêrîn xelat kir
Rojnameger, helbestvan û derdkêşê çanda kurdên Kazakistanê Hesenê Hecîsilêman, bi merasîmeke taybet ji hela dewleta Kazakistanê ve bi madalyaya zêrîn hate xelatkirin.

Sebaret 15 Saliya Festîvala Biratî û Dostaniya Gelên Kazakistanê, li Astana ya paytexta Kazakistanê festîvaleke mezin hate lidarxistin. Di festîvalê de, ji bo ku ked û emegeke mezin dane rojnamegeriya li Kazakistanê, çend rojnameger û redaktorên kovar û rojnameyên kêm-neteweyan hatin pîrozkirin û xelatkirin.

Rojnameger û Helbestvanê Kurd Hesenê Hecîsilêman yek ji wan kesan bû ku bi madalyaya zêrîn a bi navê “Yekitî” ango “Бірлік-Birlik-ê” hate xelatkirin. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, ji bo wan kesan tê dayîn ku xizmeta çand, biratî, dostanî û bihevrebûna gelen li Kazakstanê dijîn dikin.

Hevkarê Rûdawê Salihê Kevirbirî ligel Hesenê Hecîsilêman

Dewleta Kazakistanê di festîval û xelatdayînê de di ast û dereceya herî bilind de hate temsîlkirin. Cîgirê Serokê Asambleya Gelên Kazakistanê E.L. Tûxjanov, li ser navê Serokdewletê Kazakistanê Nûr Sultan Nazarbayev beşdarî li merasîma xelatdayînê kir û tevî Hesenê Hecîsilêman, çend rojnamegerên “kedkar” bi madalyaya zêrîn rewa kir.

Hesenê Hecîsilêman yek ji berpirs û kedkarên Rojnameya Jiyana Kurd û Kovara Nûbarê ye ku bi salan e li Alma Ataya Kazakistanê weşana bi zimanê kurdî dikin. Berpirsê sereke yê her du weşanên kurdî jî Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm e. Ew bixwe Serokê Asambleya Kurdên Kazakistanê “Berbangê”ye û li ser navê civaka kurdên Kazakistanê kêfxweşî û razîbûna xwe ji bo Hesenê Hecîsilêman diyar dike. Li gorî Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman “mêrxasekî çand, wêje û kelepora kurdên Kazakistanê” ye.

Hesenê Hecîsilêman , ji sala 1998-an heta roja îro her tiştê rojnameyê Jiyana Kurd e. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê ye! Ev ‘xortê 60 salî’ bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dike.

Kovara Nûbar û Rojnameya Jiyana Kurd, bi han û hewldanên mezin ên Hesenê Hecîsilêman, li herêmên Alma Ata, Astana, Taldikorxan, Çimkent, Taras, Qarataw, Qeşqebûlax, Îssîk, Kaskilên, Cambûl, Bîşkek, Oş û Celalabada Qazakistan û Qirqizîstanê, li cihê ku kurd lê hene tê belavkirin. Beşek ji hejmarên kovar û rojnameyê jî diçe nav kurdên Moskova û Krasnadarê.

Hesenê Hecîsilêman heta niha gelek caran ji hela rêveberên Dewleta Kazakistanê ve hatiye xelatkirin. Ew Endamê Yekitiya Rojnameger û Nivîskarên Kazakistanê ye. Hecîsilêman her wiha endamekî Navenda Pen-a Kurd e.

Hesenê Hecîsilêmanê helbestvan ku xwediyê çend berhemên edebî ye, çend caran jî bi boneya beşdarîkirina festîvalên hunerî û wêjeyî serdana Herêma Kurdistana Federe kiriye û di van festîval û çalakiyan de hatiye xelatkirin.

Hesenê Hecîsilêman bi eslê xwe ji Birûkiyên Wanê ye. Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd, wekî bi hezaran malbatên kurdan, malbata wan jî Çemê Aras derbas kiriye û li Ermenistanê bi cih û war bûye. Hecîsilêman piştî salên 90-î, di serdema Şerê Qerebaxê de ku bû sedema fermalûbûn û koçberiya bi deh hezarê kurdan, tevî malbata xwe koçî Alma Ataya Kazakistanê kir û vê gavê di nava ber û pismamên xwe de dijî.

Rudaw
Top