• Thursday, 18 July 2024
logo

Em dikarin beşdarî kupayên Ewropa bibin

Em dikarin beşdarî kupayên Ewropa bibin
Serokê tîma futbolê ya Kurdên Swêdê DALKURDê, Ramazan Kizil, ji Rûdawê re ragihand: "Bi 10-20 hezar endam ku salane 50 Euro bidin em dikarin tîmeke ku beşdarî kupayên Ewropayê bibe biafirînin."


DALKURD îsal bi awayekî gellekî serkeftî dest bi lîgê kir û 9 maçên xwe yên ewilî bi heşt serkeftin û bi yek berambertiyê bi dawî anî. Lê di şeş maçên xwe yên dawî de sê têkçûn û sê beramberî bi dest xistin û di şeş maçan de tenê sê pûan wergirtin. Di dawiya periyoda yekem de DALKURD bi 28 pûanan bû sêyemin: Kizil: "Ji ber derfetên kêm, esas îsal armanca me ne şampiyontî bû, berevajî, xwe ji deynan şuştin bû. Butçeya me 2 milyon Euro ye, ya reqîbên me 20 milyon e. Ji bo ku tîmek karibe bi awayekî serkeftî têbikoşe, divê xwedî 24 futbolîstên ku kêm zêde di yek sewiyê de bin. Gava yek seqet bû, an ji seheyê derket, yedêkê wî karibe cihê wî dabigire. Lê em tenê xwedî 13 futbolîstan in, yên mayî ne di mistewaya wan de ne."


Kizil di berdewamiya axaftina xwe de hêviyên xwe wiha bi lêv kirin: "Eger seqetên me vegerin, emê dîsa wek destpêkê bileyizin û pûanan bidin hev. Diyar e ku îsal IK Sirius wê bibe şampiyon û emê jî ji bo play-off têbikoşin û biserkevin. Ji ber ku li gorî Fîksturê em bi awantaj in. Me maçên xwe yên zor li dû xwe hiştin, maçên hêsan li pêşiya me ne. Rewşa reqîbê me Nykopings BIS berevajî ye. Wan maçên rehet li dû xwe hiştin, niha maçên dijwar li pêşiya wan in."


Kizil di dawiya axaftina xwe de ragihand ku wan bi derfetên gellekî kêm DALKURD gihandine heta vê astê, lê ji bo armanc û hedefên bilindtir divê bêtir tişt bi dest bixin û got : "Ji bo em karibin heta Super Lîga Swêdê herin û beşdarî kûpayên Ewropayê bibin, divê em ji 10 hezar heta 20 hezar endaman peyde bikin. Mehaneya endametiya salane 50 Euro ye."

Rudaw
Top