• Thursday, 18 July 2024
logo

Hirmî xwînê paqij dike

Hirmî xwînê paqij dike
Dara hirmîyê 5- 8 metroyan bejnê tavêje. Piranî çiqên wê ber bi evraz radibin. Darek belg kesk e, rexên belgên wê zirav û xetxet in (mişarî - birekî). Biharan kulîlkên spî vedike kulîlkên wê mezinin. Di piranîya daran de bizirên nêr û mê ji darên cuda ( yên cîran) peyda dibin. Berê kulîlkîn çiqên jêr, pêre yê li gûpikan, dawîyê jî kulîlkên çiqên nîvekê vedibin. Ji wê kulîlkê butik (çavik) çêdibe û ew jî dibe hirmî.

Hirmî pirreng in. Yên zer, sorekesk, kesk û sipî hene. Hirmî fêqîyek bi dindik e, (sîsik) dindika wê nerm e lê ji derveyî dindikê têde madeyek wek xîz (qum) û axê heye. Hinek hene ew bizrê xwe ji dara cîran nastîne û bê bizr e. Di dinê de 20 awa û 200 cûreyên hirmîyan hene. Hirmî fêqîyek havînkî, payîzkî û zivistankî ye. Tirk ji hemî lewnê wan re dibên Armut. Lê bi tinê em Kuranc li gor cûreyan navên cihê lê dikin.

Ji yên biçûk (hûrik), pir bi xîz û gewrîgir re dibêjîn girsik (kursik). Ji yên mezin re hirmî, ji yên bê dindik re mêlaqî û cûreyek kesk ê zivistankî heye, tama wê tirş an jî miz e jêre dibêjin şirîya (çirîya).

Welat û dîrok: Welatê hirmîyê Mezopotamya û Asya Pêşîn e. Ji wir derbasî welatên Ewropa û deverên din bûne, an jî teyrên koçer bizrê wê di zikê xwe de birine welatên din. Dîroka wê nayê zanîn lê tiştê tê zanîn, di qeydên dîrokê de di medenîyeta Etî yan de werzevanî (baxçeyên fêqîyan) dihat kirin. Hirmî ne tinê wek fêqî tê xwarin, herwaha eraq, şerab, wermût û alkolên din, xweşav, rêçal, ava fêqî û jibo ser pastan û kekan jî têt bikaranîn. Di dema me de jî bi wî rengî tê bikaranîn. Dara wê jî ji ber ku nerm e û xweş cîla digire, jê enstrûment û hacetên muzîkê ûhwd tên çêkirin.

Têdahî: Karbondîhîdrat, şekir, kolestrol, fosfor, kalsîyûm, hasin, sodyom, potasyûm, magnezyûm, IU Vîtamîn A, B1, B2, B6, C. E, asîdên florîk û hwd.

Li ser hirmîyê pispor dibêjin: “Hirmî bi taybet westîyana hiş diborîne, toşpîyên (bezên xwe berdidin, yên nêm pê dikevin, yên şêlavê tavêjin) bi awayek ahengî dixebitîne. Di hundirê xwe de gelek vîtamîn B û fosforê dihewîne. Jibo mirovan pir bi kêr e, lê jiboy ku mirov sûdê (faydê) jê bigire, divê bi zikê birsî (birçi) bê xwarin”.

Hirmî gurçikan dixebîtîne, gemar û bermayên di rûvikan de mane tavêje der û rûvikan paqij dike. Asît û xwêyên nav xwînê davêje. Ji kesên ku nexweşîyên movik û bawîbûnê pêre heye, pir bi kêr e. Hirmî bêxwînîyê ji holê radike, reh û rîşan bi hêz dike. Li henber nexweşîyan hêzbûnê pêk tîne. Hirmî ji ber ku toşpîya tifa dev û avzêyên (îfrazat) rûvikan zêde dike, herçend têde % 15 şekir hebe jî jibo nexweşên şekir bê xisar e. Rojê 200 gr xwarina hirmîyê çu xisarê nade. Ji ber ku hezma wê zehmet e, yên arêşeyên aşîkê pê re heye, bila ava wê vexwin yan jî xweşava wê çêkin.

Kêrhatî:1- Destava zirav (îdrar-mîz) zêde dike. 2- Jibo avêtina kevir û xîzên nav mahsenê dibe alîkar. 3- Tekûz xebitîna gulçîskan (gurçik) pêk tîne. 4- Xwînê paqij dike. 5- Zixt (tansîyon) ê dadixe. 6- Dibe alîkarê tekûz xebitîna toşpîyan (bezên nêm berdanê). 7- Bêxewîyê hiltîne (radike). 8- Pêşîya sabxor (qebizbûn) ê digire. 9- Hêrsê dadixe. 10- Têhnê dişkêne (têhnîbûnê radike).

Li gora bijîşk dibêjin, kesên arêşeyên qebizê pê re hebin, gava hirmîyan bixwin wê rehet bibin. Bi taybet xweşava wê ji kesên ku arêşeyên aşikê pê re hene re tê şîretkirin.

Xendan
Top