“Ji Skotlenda bo Colemêrgê” çîroka hevsergîriyê
Li gor floklor û kelepûra Colemêrgê daweta bûka Ingilîzî û zavayê Awistralî û bi cil û bergên herêmî yên Kurdî xwe xemilandibûn birêve çû.
Li gor nûçeyeke malpera “Ensonheber” a Tirkî, karsazekî Colemêrgê bi navê “Îsmet Olmez” ku şirîkê endazyarê Awistraliye, hemû mesrefa şahiyê hildaye ser milê xwe û di dawetê de 10 berx serjêkirine û 300 kîlo birinc jî serf kiriye.
Her weha bûka Inglîz kiras û fistan li xwe kiriye û zavayê Awistralya jî şal û şepika Kurdî li xwe kiriye. Her weha şahiya bûk û zavayê biyanî li gor kelepûr û bi muzîk û dîlana Kurdî berdewam kiriye.
Zava Pîer ragihandiye ku ewî gelekî ji kelepûr û floklora Colemêrgê hezkiriye û gotiye ku li vir her tişt xweşe. Pîer got ku ew gelekî bi hêviye û ew gelek kêfxweşe ku bi Kurdî dîlan gerandiye û got: “Ez bi hêvî me ku di demek nêzîk de jî fêrî Kurdî bibim.”
Bûka Inglîzî (Nîkola)`yê jî kiras û fistanê Kurdî gelek li xweşiya wê çûye û gotiye: “Bi cilên reng û reng ji bû min dîlana hatiye gerandin, Colemêrgê bandorek mezin li ser min kiriye.”
Xendan