• Thursday, 18 July 2024
logo

Hemû cûreyên sergêjiyê dikarin werin tedawîkirin

Hemû cûreyên sergêjiyê dikarin werin tedawîkirin
Dema hinek mirov sibeyan ji xew radibin, an xwe ditewînin, an jî bi otomobîlê diçin rêyên dûr, bi sergêjiyê re rû bi rû dimînin. Dema gêjbûn destpêdike, şirîkên wê jî hene; Serêş, dilxelandin an jî zimêniya ji guhan. Gêjbûn hîseke wisa ye, weku nezelaliyek di navbera mirov û hawîrdorê de afirî be û serê mirov dizîvire. Laşê mirov dikeve wê baweriyê ku şaşiyek di navbera laş û derdorê de heye û standarta berê ya mirov fêr bûyî ji holê radibe.


Li gor daneyan gêjbûn bi bilindbûna temen re sal bi sal bêhtir bi mirovan re peyda dibe. Li gor hinek daneyên din, gêjbûn bi sedî 30ê mirovên temenê wan ji 65 salî bêhtir re çêdibe.


Gêjbûn ne nexweşiyek bi serê xwe ye. Ew destnîşana wê yekê ye ku şaşiyek di pergala balansa laş de heye. Pispor didin zanîn ku sê sedemên bingehîn ên gêjiyê hene; Ya yekemîn nexweşiya organa pergala balansê ye. Ya duyemîn gêjbûna navendî û ya sêyemîn jî gêjbûna fobîk e.


Sedem û tedawiyên sergêjiyê


Bi taybetî gêjbûna sersibeyan, dema mirov ji xew radibe, ji ber wê yekê pêktê, ji ber ku krîstalên di guh de hinek hûcreyên bihîstinê didirînin û ew yek dibe sedema ku dinya li dora mirov bizîvire. Krîstal ji ber xwelepitandinên diyar yên mirovan vê karesatê pêk tînin. Ev cûreyê gêjbûnê dikare bi şîretên bijîşkan ên jîmnastîkê, ku nexweş bi xwe dikarin li malê çêbikin, biçe. Herwiha di dema xwetewandinê de jî gêjî çêdibe, gellek caran sedem dîsa heman tişt e. Lê belê pêkan e ku ev yek ji ber tansiyonê jî pêk were.


Sedemeke din a gêjbûnê ew e ku guhên mirovên temenê wan di navbera 40 û 60 salî de cûreyeke şiliyê çêdike. Ev yek hem gêjiyê û hem jî nebihîstin û zimêniya ji guh tê bi xwe re diafirîne. Ji bo tedawiya vê yekê jî li dermanxaneyan gellek cûreyên dermanan hene.


Edabgirtina rayê xwebalanskirinê jî sedemeke din a gêjbûnê ye. Ev yek dibe sedem ku mirov bi rojan li ser hev gêj bimîne. Ev yek jî ji mîkrobên ku tamîzkan çêdikin pêk tê. Heman mîkrob tamîzkan li ser lêvan jî çêdikin. Di dema edabgirtina rayan de pêwist e dermanê kortîzon were bikaranîn.


Bi taybetî gellek jinên temenmezin di dema siwarbûna li otomobîlan de serê wan gêj dibe. Ev yek girêdayî wê yekê ye ku ew di zarokbûna xwe de yan qet li otomobîlan siwar nebûne yan jî kêm siwar bûne. Ji ber vê çendê mejî ji her organî agahdariyên cûda distîne û ev dibe sedema sergêjiyê û carinan dilxelandin jî pê re. Di rewşên wisa de pêwist e mirov di otomobîlê de li cihekî sabît di nav otomobîlê de nenêre û ji xwe re li derve binêre. Ya herî baş jî ew e ku mirov li cem ajokerê otomobîlê rûne û bi awayekî aktîf hevkariya ajoker bike.
Top