• Thursday, 18 July 2024
logo

Mûzîk Mejî bi Hêz Dike

Mûzîk Mejî bi Hêz Dike
Lêkolînerên Amerîkî dibêjin kû, fêrbûna waneyên muzîkê di qonaxên zarotî de, bo pêşketinê rolekî baş dibîne bo pêşveçûn û karkirina mejiyê mirovan.


Nîna Kirsîk, serpereştiyara vê lêkolînê û mamosteyê zanistên Mejî li zankoya Nors Westirn, weha got kû: Em dizanin kû Mûzîk alîkare bo geşekirina tiwaneyên mejiyê mirovan.

Wekî din got kû: ev lêkolîna me ya niha diyar dike kû fêrbûna waneyên mûzîkê di demeke kin de, alîkar dibe bo karînên guhdarkirinê û fêrbûnê heta pêşerojeke dirêj.

Ev lêkolîn li ser 45 kesan hatiye kirin kû li ser sê koman hatine dabeş kirin , yek jî kû di zaroktî de, ti waneyên muzîkî ne hatine dan, ya dûyem, heta 5 salan waneyên mûzîkî wergirtine, û koma sêyem ji 6 heta 11 sal muzîk xwendine.

Li ser vê lêkolînê bo zaniyaran derket holê kû, waneyên mûzîkê di serdema zaroktî de, kariye tiwaneya hestkirinê li gel wan kesan pêş bixe.

Wekî din gotin kû: ewên di zaroktî de kû heta 5 salan muzîk xwendine, mejiyên wan zêdetir bersivê dide bo bûyerên dewrûber û pirsiyarên wan hene û bihtir bala xwe didin ser tiştan.
Top