• Thursday, 16 May 2024
logo

Koşka Sipî jî qayîşê dişdîne

Gulan Media April 12, 2013 Corane
Koşka Sipî jî qayîşê dişdîne
Alîkarê mezintirîn xwarinvanê Koşka Sipî Sam Kas ragihandiye ku bi sedema daketina budceya federalî ew neçare muleteke demkî bi bê mea`ş wergire. Berdevkê bi navê Koşka Sipî nexwest tiştekî li ser vê babetê bêje.

Ev daxuyaniyên Kas di beşdarbûna xwe di bernameya (Hilo em bilivin) de hate ku ew bername weke destpêşxeriyekê ye bo berangarbûna qelewiyê di qonaxên zaroktî de ku ji aliyê xanima yekem ya Amerîkayê Michel Obama ve hatiye kirin.

Kas ragihandiye ku ew heftiyê carekê ji Serokê Amerîka Barak Obama re xwarinê çê dike û ji bilî wê jî bernameya berngarbûna qelewiya zarokan jî birêve dibe.

Koşka Sipî xwarinvanekî mezin heye û pêre 4 alîkar hene. Kas daye zanîn ku ew ji Şîkaxoyê ye û di serdema serokayetiya Obama ketiye mutfaxa Koşka Sipî, her weha di baxçeya koşkê de jî keskayî çandine bo bikaranîna di xwarinên mutfaxa Koşka Sipî de û ew car caran jî bi Obama re Golfê dilîze.

Xendan
Top