• Thursday, 16 May 2024
logo

Hawking:"Hezar sal temenê însên maye"

Gulan Media April 11, 2013 Corane
Hawking:
Astrofîzîkvanê navdar yê Îngiliz Stephen Hawking diyar dike ku, ger heta hezar salî gerstêrkek nayê kişfkirin, nijada mirov nikare xwe biparêze û wê tine bibe.

Stephen Hawking, li Los Angelesa Amerîka çû serdana laboratuvara hucreya kok a ku di Navenda Tip a Cedars-Sinai de cih digre.

Astrofîzîkvanê navdar yê 71 salî Hawking daxuyand ku, ger em bizanibin ku gerdun çawa û bi çi pergalê tê domandin, wê wextê em ê karibin rêyeka kontrol kirina gerdunê bixwînine destê xwe. Hawking dibêje, "ger ku di nav hezar salên pêşeroşê de gerstêrkeke ku li wir jiyan heye an ji şert û mercên jiyan kirinê re guncaw e neyê kişf nekin, nijada mirov nikare li ser linga bisekine û xwe bidomîne, loma jî di nav hezar salî de wê tine bibe."

Stephen Hawking, di heyama xwendekariya xwe a li Zanîngeha Cambridge, bi nexweşiya ALS (Amyotrofik Lateral Skleroz) dikeve û ji ber vê nexweşiyê nikare bipeyive û hereket bike. Hawking, bi saya teknolojiya kompîtorê dikare pêwendiyên xwe danîne. Pirtûka Astrofîzîkvanê navdar a bi navê "Dîroka Kin a Demê" li cîhanê heta niha zêdetirî 10 mîlyonî hatiye firotin.

Hawking bi xebat û zanebûna xwe, li cîhanê wek jîrekê sedsalê tê naskirin.

Avestakurd
Top