• Thursday, 16 May 2024
logo

Heta 5 Milyon Salên Din Mêr Namînin

Heta 5 Milyon Salên Din Mêr Namînin
Zaniyarekî Ostralî, bi lêkolîneke xwe gihiştiye wê rastiyê kû, kiromosomên Nêran li qonaxa rûxanê deye, weha jî got; Egerê wê yekê geleke kû piştî 5 milyon salên din tuxmê Mêran nemîne.


Zanyarê vê lêkolînê diyar kir kû: Niha mêr li dema zêdebûna xwe de dijîn, ew jî ji wan bûnewerane kû ketina rêya nemanê û heta 5 milyon salên din namînin.

Heman zaniyarî kû navê wî Cînî Girîfize, yek ji mezintirîn zaniyare û yê herî bi bandore, li Ostraliya, weha dibêje: Dibe kû piroseya nemanê ji niha de hatibe destpêkirin û di vî şerê navbera regezan de dê jin bi ser bikevin .
Pêşdîtinên wan zaniyaran li ser hijmara kiromozomên navbera her dû regezan regezan tên pêkanîn, ji aliyekî kiromozomên Mêyan ji hezar çînî saxlem pêkhatiye, li beramber kiromozomên mêran sed çînê ji wê jimareyê ji yên mêyan kêmtire, ev jî bi derbasbûna demê re, her kû çûye kêm bûye, di pêşerojê de jî dê her kêmtir bibe.

Ji aliyekî din ve, pirofesor Robin Lovîl ji Zankoya lêkolînên London bo vê yekê dibêje kû: Ew nêrîn bo mêran ne cihê metirsiyê ye, çûnkî kiromosomên nêrayetiyê ji 25 milyon salên bûrî heta weke niha ti çîneyek ji dest nedaye.
Top