• Thursday, 16 May 2024
logo

Çokolata Metirsiya Celte Kêm Dike

Çokolata Metirsiya Celte Kêm Dike
Lêkolîneke nû eşkere dike kû lêkolînerên Zankoya Gilasko tiwêjîneweyek encamdane, têde eşkere bûye kû xwarina parçeyekî biçûk ji Çokolata bandoreke wê ya erênî li ser xwênberan (demar) heye û metirsiya Celte kêm dike.

Rojnameya Deylî Milî ya Birîtanî eşkere kiriye kû, lêkolîna derbarê sûda Çokolata de hatî kirin bi taybet jî bala wan çûye ser çokolata ya Reş û xwarina wê bi şêweyekî havseng sûdeke wê ya zor heye.

Lêkolîneran leza çûna xwînê bo xwênberên serekî yên mejî li dema xwarina çokolata de pîvan kirin, di encam de derket holê ko ev xorak bandoreke wê ser rêjeya duyem oksîd karbûn heye, kû rola berferehkirin û başkirina karê xwînberan û gihiştina xwînê bi şêweyekî baştir bo mejî pêktîne.

Pirofesor Masyo Walter amdekarê lêkolînê got kû: bikaranîna parçeyekî çokolata peywendiya wê bi guhartinên girijbûna xwînberan heye û ev lêkolîn bo me diyar kir kû, bandora rasterast ya vê xwarinê li ser mejî heye.

Walter wekî din jî got: li gorî me, derketiye holê kû guhartinên karê xwînberan peywendiya wê bi karhênana çolata ve heye.
Top