• Friday, 17 May 2024
logo

Lîkolînek: Espirîn Penceşêrê Sînordar Dike

Gulan Media March 27, 2013 Corane
Lîkolînek: Espirîn Penceşêrê Sînordar Dike
Lêkolîneke zanistî dibêje kû, peywendiyek di navbera xwarina Espirîn di temenê mezin de û metirsiya pêketina bi nexweşiya penceşêra çerim heye.

Li çend dehsalên bûrî de, pêketiyên nexweşiya zêde bûne, salane 77 hezar kes bi van nexweşiyên metirsîdar dikevin.

Komkirina zaniyariyan di navbera 12 salan de li çarçoveya despêşxeriya tendirûstiyên jinan de hatiye encamdan. Cîn Tang kû pêşengtiya vê lêkolînê kiriye, dibêje kû belgeyek nîne kû bibêjê Aspirîn jinan ji nexweşiya penceşêrê bi giştî diparêze.

Tang û hevalên xwe di çerçoveya vê lêkolînê de, çavdêriya 60 hezar jinên ji temen 50 heta 79 salî kirine û salane zaniyarî li ser nexweşiyên xwe didan.

Espirîn hana zayîne hinek piroteyînan dide kû rola wê ya rêgirtin ji bo geşbûna lûwekanên (xuded) heye kû ew jî metirsiya penceşêra çerim kêmdike.
Top