• Thursday, 16 May 2024
logo

5 mêrên wê hene her 5 jî birayên hev in

Gulan Media March 26, 2013 Corane
5 mêrên wê hene her 5 jî birayên hev in
Li Hîndistanê jina bi navê Rajo Verma a 21 salî, bi 5 mêran re zewiciye. Her 5 mêrên wê jî brayên hev in. Jin û 5 mêrên wê yên ku brayên hev in, di malekê de bi hev re dijîn.

Li Bakurê Hindistanê, li bajarê Dehradun, jina 21 salî Rajo Verma, ji xwe re jiyaneke ligel 5 mêran ava kiriye. Her 5 mêrê Rajo Verma jî brayên hev in.

Li gorî nûçeya ku di rojnameya The Sun de cih girtiye, Rajo Verma bi xwazgînî (ji nedî ve) bi Guddu re dizewice. Piştî zewacê, Rajo Verma bi Guddu û 4 brayên wî re dest bi jiyaneke hevpar dike. Jina 5 mêr, her şev li cem mêrekî xwe radizê.

Lawikekî wê heye û diyar dike ku, nizane bavê zarok kêjan mêrê wê ye.

Rajo Verma wiha dibêje: "Ez nizanim ku bavê zarokê min kî ye, ancax ti grîngiya vê jî tine ye." Verma dibêje, min jiyana xwe a cînsî, li gorî planekê sazkiriye û her şev bi mêrekî xwe re tê me ba hev.

Mêr Guddu jî dibêje, "em hemû bi Rajo re seksê dikin lê ez qet hesudiyê nakim. Em malbateke mezin û bextewar in."

Bajju'yê 32 salî jî wiha dibêje, "wek brayên xwe ez jî Rajo wek jina xwe dibînim û bi wê re têkiliya cînsî dijîm. Ev jiyana me ye. Ez ne di fikra 'ev tiştekî sosret e' de me. Em hemû bra li benda şeva xwe dimînin ku bi Rajo'yê re şevê derbas bikin."

Rojo Verma bi 5 mêr û kûrê xwe ya 2 salî yê bi navê Jay re, diyar dike ku jiyaneke bextewar dijî.

Jina xwedan 5 mêr Rajo Verma, "ji gellek jinên zewicî zêdetir rasta eleqeyê têm, hîn zêde têm hezkirin. Ez li jiyana xwe pirr xweşhal im."

Avestakurd
Top