• Thursday, 16 May 2024
logo

Dirêjtirîn Govenda Cîhanê li Hewlêrê tê Girêdan

Dirêjtirîn Govenda Cîhanê li Hewlêrê tê Girêdan
Biryar e şeş hezar û 500 kes destê hev bigirin û li bazinê hezar û 500 metreyî yê derdora Keleha Hewlêrê govendê bigrin. Ev şahiya han ku roja 19 Adarê vê mehê birêve diçe dê bikeve Kitêba Rekoran a Guinness.

Rêveberê Ragehandina Parêzgeha Hewlêrê Hemze Hamid da zanîn ku ev govenda han dê di 7-mîn Festîvala Azadî û Newrozê de bê gerandin û mebest jî şikandina rekoreke cîhanî ya govendê ye ku wek dirêjtirîn govenda cîhanî bi navê Hewlêrê tê sazkirin.

Di dema birêveçûna govendê de nûnerê Guinness bo Hejmarên Pîvaneyî ku baregehê serekî yê rêxsitina wan li Brîtanya ye, dê li Hewlêrê amade bibe û bi rêya helîkopterê wêneyê govendê bigire.

Beşdarvanên govendê-şahiyê ji hemû qezayên parêzgeha Hewlêrê û hemû neteweyên niştecihê parêzgehê hatine hilbijartin û bi cil û bergên xwe yên neteweyî dê govendê girêdin.
Top