• Thursday, 16 May 2024
logo

Geştiyar Dikarin bi 28 Zimanan Navçeyên Geştiyariyên Herêma Kurdistanê Binasin

Gulan Media February 26, 2013 Corane
Geştiyar Dikarin bi 28 Zimanan Navçeyên Geştiyariyên Herêma Kurdistanê Binasin
Jêderek ji desteya giştiya Geştûgozara Herêma Kurdistanê dibêje: bi rêya amêrekî geştiyaran, bi 28 ziman zaniyarî li ser navçeyên geştiyariyên Herêmê geştiyar dikarin zaniyariyan wergirtin û ev amêr îsal bo werzê geştiyariyê amadeye.


Gotebêjê desteya giştiya Geştûgozara Herêmê, Nadir Rostî, bo ajansa Peyamnêr ragihand: ``Ew amêr bi navê Navîgeyşin`` e û weke amêrê Galaksî û Mobaylê Îfone.

Nadir Rostî weha jî got: ew amêr bi 28 zimanan zaniyarî li ser 15 hezar navçeyên geştiyariyên Herêma Kurdistanê pexiş dike. Şofêr û Geştiyar dikarin bikarbînin û ew navçeyên kû dixwazin geşta xwe lê bikin, dikarin bi rêya wê amêrê bibînin û binasin.

Wekî din basa wê yekê jî kir kû, niha ew amêr di bazarên herêmê de bi dest dikevin û hemwelatî û geştiyar dikarin bikirin.

Rostî weha jî da zanîn kû, ew niha kar dikin kû masterpilan û rênîşanderê navçeyên Herêmê bi rêya Mobile çêdikin û dibe kû heta navîna vê salê ev kar jî bi dawî bibe û bikeve xizmeta hemwelatiyan.
Top