• Thursday, 16 May 2024
logo

Azadispor cara sêyem bû şampiyon

Gulan Media February 17, 2013 Corane
Azadispor cara sêyem bû şampiyon
Li Almanyayê ciwanên kurd ev car sal in bi navê Tûrnovaya Futbola Salonê ya Çekdar Botan li dar dixin û her sal 10-12 tîmên kurdî tevlî tûrnovayê dibin. Îsal tûrnova li bajarê Monchengaldbachê hat lidarxistin û tîma Azadîspor ji bajarê Wuppertalê dîsa bû şampiyon.

Di 4’emîn Tûrnovaya Futbola Salonê ya Çekdar Botan de îsal 10 tîm roja 2yê Sibatê ji bo kûpayê têkoşiyan. Tîma bajarê Monchengaldbachê û tîma bajarê Wuppertalê maca fînalê leyîstin û 90 deqe nekarîn hevdû têkbibin. Di dema dirêjkirinê de jî wekhevî dom kir û dest bi penaltiyan kirin. Di dawî de Azadîspor 5-3 biserket û kûpaya sêyemîn wergirt. Tîma Ciwanên Welate Roj bû duyemîn, Welate Roj I jî bû tîma sêyemîn. Ji bîlî tîmên serkeftî qelevan û golavêjên serkeftî jî hatin hilbijartin. Piştî tûrnovayê 10 leystikvanên serkeftî bo Tîma Netewî ya Bakurê Kurdistanê hatin hilbijartin. Tîma Netewî ya Bakurê Kurdistanê hewl dide di Newrozê de here Ermenistanê û maçekî dostanî bileyîze û herwiha amadekariya maça ligel tîma Galîziayê jî dike.

Rudaw
Top