• Thursday, 16 May 2024
logo

Bi kujerê cêwika xwe re zewicî

Gulan Media February 16, 2013 Corane
Bi kujerê cêwika xwe re zewicî
Keça 22 salî a bi navê Edith Casas, li welatê Arjantîn îmze avête zewaceke dersînor. Casas, bi kujerê cêwika xwe re zewicî. Zavayê teze, di sala 2010 an de cêwika hevjîna xwe a niha kuştibû û 13 sala ceza xwaribû.

Li Arjantînê Edith Casas, keça 22 salî, bi kujerê cêwika xwe re zewicî. Kujer Victor Cingolanî, di sala 2010 an de, li bajarê Arjantîn Pico Truncado, cêwika Edith Cansas, jina ku niha jê re zewicî, Johana Cansas kuştibû û 13 sal cezayê girtîgehê xwaribû.

Bona mehr birînê Victor Cingolanî ji girtîgehê birine salona mehr birînê. Merasîma mehr birînê 15-20 deqa dewam kiriye. Xizmên Cingolanî beşdarî merasîmê bûne lê xizmên Cansas ev zewaca protesto kirine û d, merasîmê de cih negirtine. Piştî zewacê zava Victor Cingolanî cardin birine girtîgehê.

Avestakurd
Top