• Thursday, 16 May 2024
logo

Şaciwanê dest bi projeyên xwe kir

Gulan Media February 13, 2013 Corane
Şaciwanê dest bi projeyên xwe kir
Wekî ku pêştir ragihandibû, şaciwana Kurdistanê dest bi projeyên xwe yên xizmetguzariyê kir û di yekem projeyê de otombêla cura (Koster) pêşkêşî navenda (Diya)`yê kir ku taybete bi perwerdekirina zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet li bajarê Helebçeya şehîd.

Şaciwana Kurdistanê Şinê Ezîz Ako bi daxuyaniyekê ji Xendanê re ragihand ku: "Di çarçoveya projeyên hevkarî (Pêmpilûskan) de ku bi piştevaniya hikûmeta herêmê û rêxistinên xizmetguzariyên netewî (PAO) encam didin, duh sêşeme di serdanekî meydanî de bo navçeya Helebçeya şehîd bi amadebûna berpirsên hikûmetê û çapemeniyê yekemîn proje hate encam dan."

Şinê Ezîz got: "Di wê çarçoveyê de otombêla cura (Koster) ji bo navenda (Diya) a taybet li bajarê Helebçeya şehîd hate dabîn kirin ku zarokên xwedî pêwistiyên taybet li wir tên perwerdekirin û pêwîstiya zarokan bo çûn û hatinê bi otombêlekê hebû."

Şaciwana Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku di çarçoveya projeyan de wê di pêşerojeke nêzîk de heman şêwe projeyên din li Hewlêr û Dihokê cî bi cî bikin.

Navbirî aşkira kir ku niha ew xwediyê lapera taybet ya xwe li tora civakî Facebookê bi vî navî ye:
www.facebook.com/Shene-Aziz-Ako

Xendan
Top