• Thursday, 16 May 2024
logo

Bi qutikê zêrîn dixwaze bala jinan bikişîne

Gulan Media January 9, 2013 Corane
Bi qutikê zêrîn dixwaze bala jinan bikişîne
Datta Phuge, li bajarê Hîndistanê li Pimpri-Chinchawê dijî. Bona ku bala jinan bikişîne ser xwe, rêbazeke balkêş ceribandiye. Phuge'yê 32 salî, ji xwe re qutikekî zêrîn daye dirûtin û bi vê dibêje ti jin nikarin min red bikin.

Li Hîndistanê mêrekî 32 salî yê bi navê Datta Phuge, ku bi xwe sîmsariya borsayê dike, bona ku karibe bala jinan bikişîne ser xwe, tiştekî ku kesî nekiriye ceribandiye. Phuge, ji xwe re qutikekî zêrîn çêkiriye.

Graniya qutikê zêrîn 3 kîlo û 200 gram e. Ev qutikê zêrîn li ser Datta Phuge bi 14 hezar sterlînî bûye mal.
Phuge diyar dike ku bi vî qutikî ne pêkan e ku ti jin wî red bikin.

Avestakurd
Top