• Thursday, 16 May 2024
logo

Ji parvekirina li ser Facebookê re 9 sal ceza

Gulan Media January 7, 2013 Corane
Ji parvekirina li ser Facebookê re 9 sal ceza
Hemwelatiyê bi navê Metîn Ozturk, li ser hesabê Facebooka xwe, ji ber ku agahiyek parve kiribû, bi 10 kesên din re hatibû binçavkirin û dûra jî ew şandibûn girtîgehê. Dadgehê 9 sal û 7 meh ceza ji wî re birî.

Li ser hesabê Facebooka xwe, çima ku agahiyek parve kir, Metîn Ozturk û 10 kesên din, bi hinceta, "propagandaya rêxistinê kirine" di 13ê Reşemiya 2012 an de hatibûn binçavkirin û dûra jî ew 10 kesana şandibûn Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.

Li 8.Dadgeha Cezayê Gran a Edeneyê doza wan hate dîtin. Dadgehê ji ber ew parvekirina li ser Facebookê, ji Metîn Ozturk re 9 sal û 7 meh ceza birî.


Li dadgehê Metîn Ozturk xwestiye ku parastina xwe bi Kurdî bike lê dadgehê ev qebûl nekiriye û loma jî îfadeya wî nehatiye girtin. Li hemberî 9 sal ceza xwarinê Metîn Ozturk îfade kiriye ku ew matmayî maye û ji ber ku xwestiye bi zimanê xwe yê zikmakî xwe biparêze dadgehê ew "endamê rêxistinê" hesibandiye û ceza daye wî.

Avestakurd
Top