• Friday, 17 May 2024
logo

Bi vîdyo...Li Sûriyê Babanuwêl xwepêşandan dike

Gulan Media January 2, 2013 Corane
Bi vîdyo...Li Sûriyê Babanuwêl xwepêşandan dike
Cudatir li hemû welatên cîhanê ku Babanuwêl ji bo zarokan diyarî û xelatan belav dike, lê belê li Sûriyê Babanuwêl bi awayekî din derdikeve.

Ji aliyekî Babanuwêl bi riyên xwe yê sipî û çek girtiye daye ser milê xwe evejî wek nîşana wê rastiyêye ku niha li Sûriyê di şer deye û ne arame, ji aliyekî din ve jî li Dîmeşqê paytexta wî welatî xwepêşandan li dijî rêjîma Beşar Esed dike ku ev demek dirêje bi agir û hesin rûbirûyê gelê xwe ye û rojane çendîn kes bi destê hêzên ewlekariyê yên wî welatî têne kuştin.

Di demekê de ku hemû cîhan mijûlî ahengên serê sala nû 2013`an bûn, gencên bajarê Dîmeşqê paytexta Sûriyê bi cilê Babanuwêl li cadeyên wî bajarî xwepêşandan dikirin, her çende dengê guleya û topan berdewam bû jî li şûna lîstukên agirîn, bombardiman û teqînan asmanê wî welatî ronahî kiribûn.

Ji bo dîtina kilîpê vir bitikîne

Xendan
Top