• Thursday, 16 May 2024
logo

Mezintirîn ‘Dara Noelê’ li Hewlêrê hat danîn

Gulan Media December 26, 2012 Corane
Mezintirîn ‘Dara Noelê’ li Hewlêrê hat danîn
Li Rojhilata Navîn mezintirîn ‘Dara Noelê’ li Hewlêrê hat danîn. Ji ber derengketina terxankirina budçeyê karnavala ku ji bo Sersala Nû dihat pîlankirin dê neyê sazkirin.

Şaredarê Taxeya Ankawa ya Hewlêrê Cewher Toma Yûsif der barê cejna Jidayîkbûna Îsa de ji Rûdawê re wiha axivî: “Bi boneya salhatina jidayîkbûna peyxamber Îsa di asta Rojhilata Navîn de mezintirîn dara Noelê li derwazê Ankawa hat danîn.”

Şaredar Yûsif diyar kir ku bilindahiya dara ‘Sersala Nû’ ya 9 metirî bi hevkariya şîrketa ‘Wide Biro’ ya Lubnanî û ‘Burc 4’ ev dara danîne.

Şaredarê Ankawa Cewher Toma Yûsif der heqê amadekariyên ji bo sersalê de got: “Di bernameya me de hebû ku Bava Noel li xelkê diyariyan belav bike, ji bo hemwelatiyan xwaringeh û kafeterya wê şevê bêpere bin û hinek amadekariyên din ji ber derengmayîna butçeyê em nikarin cîbicî bikin.”

Mezintirîn Dara Dayîkbûnê ya 13 metirî di sersala par de li Dubeyiyê hatibû danîn.

Rudaw
Top