• Saturday, 27 April 2024
logo

Herî zêde ew qezenç dike

Herî zêde ew qezenç dike
Kovara Forbes a li Amerîkayê tê weşandin, li cîhanê listeya mankenên herî zêde qezenç dikin weşand.
24 Hezîran 2012 Yekşem 11:50

Kovara Forbes a Amerîkî, lîsteya mankenên ku herî zêde qezenç dikin weşand. Di lîsteya, li cîhanê mankenên herî zêda qezenç dikin
de, di rêza yekemîn de, super modela Brezîlyayê a 31 salî Gisele Bundchen cih digre. Gisele Bundchen, di navbera sala 2011 û 2012 an de
heta meha gulanê, di salekê de 45 milyon dolar qezenç kiriye.
Bundchenê, Kate Moss, Natalia Vodianova, Adriana Lima dişopîne. Di navbera qezenca salekê de a Gisele Bundchen û a di rêza duyem de
35 milyon dolar ferq heye. Di lîsteya kovara Forbesê de, 10 navên herî qezençkirî wihaye:

Gisele Bundchen – 45 milyon dolar
Kate Moss – 9.2 milyon dolar
Natalia Vodianova – 8.6 milyon dolar
Adriana Lima – 7.3 milyon dolar
Doutzen Kroes – 6.9 milyon dolar
Alessandra Ambrosio – 6.6 milyon dolar
Miranda Kerr – 4 milyon dolar
Lara Stone – 3.8 milyon dolar
Carolyn Murphy – 3.5 milyon dolar
Candice Swanepoel – 3.1 milyon dolar

Avestakurd
Top