• Friday, 26 July 2024
logo

Qasim Şeşo: PKKê dest bi lîstokekî metirsîdar kiriye û karta DAIŞê bikartîne

Qasim Şeşo: PKKê dest bi lîstokekî metirsîdar kiriye û karta DAIŞê bikartîne

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê aşkera kir, PKKê dest bi lîstokekî metirsîdar kiriye û karta DAIŞê bikartîne û dixwaze bi vê rêyê ve Iraq û Tirkiye fişarên li ser PKKê kêm bikin.

Ev du roje gotegotên azadkirina bi hezaran çekdarên DAIŞê ji aliyê PKKê ve li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê tên belav kirin, ev jî tirs û xofek di nav rûniştvanên Mûsil û xelkê sînorê parêzgeha Nînowa bi giştî ava kiriye û hêzên ewlehiya Iraqê jî li ser sînorên Sûriyê hatine belav kirin.

Vê derbarê de fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand, PKKê jêborîn û efûyekî giştî ji bo zêdetirî 1500 çekdarên DAIŞê li girtîgehên xwe derxistiye û bi du qonaxan azad dike. Di qonaxa yekem de 1112 çekdar ji girtîgehên Reqa azad kirine, di qonaxa duyem de jî 400 çekdarên din dê azad bike.

Herwaha got: Ev lîstoka PKKê tirs çêdike, dizane ku li Qendîlê rastî fişara Tirkiye bûye, herwaha li Silêmaniyê rewşa wan xirabe û êdî desthilatdarên wê derê jî nikarin çavê xwe li tevgera PKKê bigrin. Herwaha Iraq jî li gel Tirkiyê rêkeftiye û PKKê wek partiyekî qedexekirî nasandiye. Ev hemû fişarê li ser PKKê çêdikin, ji bo wê jî wê partiyê dest biriye bo karta girtiyên DAIŞê û çekdarên wan azad dike. Bi taybet jî ku metirsiya wê yeke heye ku ew DAIŞiyên hatine azad kirin, bên bo sînorê parêzgeha Nînowa û dîsa rewşa ewlehiyê dê têkbiçe.’’

Qasim Şeşo daxwaz kir ku serokwezîrê Iraqê û aliyên peywendîdar metirsiya vê kartê cîdî wergirin ku PKKê dest avêtiyê û piştguh nekin.

Herwaha vê derbarê de fermandarê operasyonên Rojavayê Nînowa Mihemed Şemerî jî ji rojnameya El Erebî Cedîd re ragehandiye ku hêzên Iraqê tevdîrên xweparêziyê wergirtine ji bo rêgirîkirin li derbasbûna ji Sûriyê ve bo navxweyî Iraqê û bi dirêjayiya 200 kîlometreyan hêz li ser sînor hatiye belav kirin.

Heman rojnameyê diyar kir, dirêjiya sînorê navbera Iraq û Sûriyê li parêzgeha Nînowayê kamerayên çavdêriyê xistine kar.  

 

Basnews

Top