• Friday, 26 July 2024
logo

Li girtiya siyasî ya Kurd cezayê îdamê hat birîn

Li girtiya siyasî ya Kurd cezayê îdamê hat birîn

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê li rojnamegera Kurd û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî cezayê îdamê birî.

Li parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê Dadageha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê hat dayîn.

Ev ceza ji aliyê 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku di bin serokatiya dadger Îman Afsharî de ye, bi îdiaya li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye lê hat birîn.

Pexşan Ezîzî  ev 8 meh in hatiye girtin û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina malbata xwe bêpar bû. 

Pexşan Ezîzî 4ê Tebaxa 2023yan ji aliyê îstixbarata Îranê ve li bajarokê Herazî yê Tahranê hatibû desteserkirin.

Piştî ku rojnamegera Kurd hatiye desteserkirin endamên malbata wê jî hatine desteserkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan.

 

Rudaw

Top