Li Swêdê mamosteyekî Kurdî hat xelatkirin
Hat zanîn ku programa ABCya Kurdî ku ji bo zarokên kurd ên di navbera 18 meh û 16 salî de hatiye çêkirin, wê di demek kurt de ji bo sîstema telefonên androîd jî were amade kirin. Ji ber van xebatên wî, mamosteyê Kurd Heyder Diljen, ji aliyê şaredariya bajarê Västeråsö ve bi Xelata Padagojiyê hate xelatkirin.
Ji bilî mamoste Diljen, ji ber xebatên wan ên pêşxistina rêbazên serkeftî yên pedagojiyê, hin rektor û mamosteyên Swêdî yên bi navê Eva Johansson, Helen Larsson û Magnus Klîngberg jî xelatên salê yên pedagojiyê yên şaredariya Vesterosê wergirtin.
Li bajarê Swêdê Vesterosê, şaredariya bajêr ku giringiyek mezin dide perwedeyên bi zimanê dayikê, her sal bi beşdariya gelek mamosteyên kurd konferansa mamosteyên zimanê kurdî jî organîze dike.